‘Evdalê Zeynikê” du xelat ji Hollywoodê wergirt

NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ XELAT
Fîlma belgevar a derbarê jiyana dengbêjê navdar ê kurd Evdalê Zeynikê, ku ji aliyê Derhênerê Kurd Bulent Gunduz ve hatiye kişandin, di Hollywood Beverly Hillsê de, xelata “Taybet a Jûrî” û xelata “Fîlma dirêj a herî baş” wergirt.


Merasîma dabeşkirina xelatên Festîvala Fîlman a International Independent a New Yorkê ya DYAyê, di Hollywood Beverly Hillsê de hat lidarxistin. Di merasîmê de, xelatên ku di navbera 21-29ê tîrmeha 2010ê de hatibûn diyarkirin, hatin dabeşkirin.

Di festîvalê de, belgevara “Evdalê Zeynikê” ku derbarê jiyana dengbêjê kurd Evdalê Zeynikê de hatiye kişandin, “Xelata Taybet a Jûrî” û xelat “Fîlma dirêj a herî baş” wergirt.

Li gorî nûçeya ANFê, derhênerê fîlmê Gunduz, diyar kir, dê xelatekî bi navê ekolojiyê û yan din jî bi navê aştiyê pêşkêş bike.

Fîlma “Evdalê Zeynikê”, li Srilankayê xelata “belgevara herî baş a biyanî” û li Îrlandayê jî, xelata “belgevara herî baş a navneteweyî” wergirtibû, lê rê nedan ev fîlm beşdarî Festîvala Porteqala Zêrîn a Antalyayê bibe.

Evdalê Zeynikê Kiye?

Helbestvan Evdalê Zeynikê, di destpêka sedsala 19an de ji dayîk bûye û di sala 1913ê di temenê 110 saliyê de çûye ser dilovaniya xwedê. Evdalê Zeynikê, bi destanên xwe, bûye zanayekî herî mezin di dîroka wêjeya kurd de.

 

Copyright © Kurdlist - Bi Kurdî Vebibîne!™ Hemû Maf Veşartî ne.
Dîzayn Renas Media / Renas Media.