Çaremîn Şahiya Filman a Şaredariya Nisêbînê bi performansa Ekîba Govendê ya Mîtannî dest pê kir. Axaftina vekirinê Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan kir. Gokkan, da zanîn ku ew bi asanî nehatine van rojan û got: "Em dizanin ku bi kedeke mezin hatine van rojan.
Me Apê Musa, Ayşe Şan, Meryem Xan, Cîgerxwîn, Hozan Serhat, Hozan Mizgîn û Hozan Delîla jibîr nekir. Îro em vê şahiyê bi saya kesên ku ji bo çand, huner, zimanê azad têkoşiyane dikarin li dar bixin."
Gokkan bal kişan ser êrîşên polîsan a piştî doza 17 zarokan û got ku ew aştiyê dixwazin lê polîs çi dixwazin? Piştî axaftinê fîlma kurt a bi navê Berf û fîlma Meş hatin nîşandan. Piştre jî Ekîba Govendê ya Mîtannî govendên Mêrdînê pêşkêş kirin.
Nisêbîniyan pir bi germî pêşwazî li vê şahiyê kirin û bi sedan kesên wek MEYADER, KURDÎDER, Cîgirên Şaredara Nisêbînê Ayhan Dogan, Ahmet Dînç, Şaredarê Girêmîra Omer Altun, KESK, Odeya Esnafan û keyayên taxan jî beşdar bûn.
Di bernameya şahiyê de îro fîlma kurt a bi navê Deng û belgefîlma "Dayê Dibe Aştî" hatin nîşandan.
