Banga Celadet Berdîxanê ji bo netewa Kurd

Celadet Berdîxan Netewî Perwerde Zimanê Kurdî


Celadet Alî Bedirxan kî ye?

Berxwedana kurdan çawa gihişt îro?

Bi xêr û xîratê kîjan qehremanan kurd niha li ser piyan e?

Gelo kurdê li ser piyan bi çi girêdayî hev in?
Ango ya ku kurdên êzidî, misilman, elewî, zerdeştî, mesîhî, cihû, sosyalîst li hemberê xwînmêjan dike yek çî ye?

Bêguman zimanê kurdî ye.
Xortekî nezan lê berxwedar û dilpak gotibû Apê Mûsa "Me ev doza kurdan ji sifrê anî vê derecê". Apê Mûsa jî gotê "Me jî ji kêmekê anî dereca sifrê". Gelo evên doza me ji kêmekê anîne sifrê kî ne? Em wan çend nas dikin?

CELADET ALÎ BEDIRXAN
Gelo dewletên xwînmêj, li welatê me çima eynî zilm û zordestiyê bi serê piraniya misilman, elewî, sosyalîst, êzidî, zerdeştî, mesîhî û hwd. tîne?

Bêguman ji ber ku bi kultur û edetên xwe ve, ango bi çanda xwe ve girêdayî ne. Gelo ya ku vê girêdan û dilsoziyê îsbat dike çî ye?

Bê guman zimanê me ye.
Gelê azadîxwazê kurd, berxwedarên kurd ji kengê ve dibînin ku hebûna zimanê kurdî hebûna kurdan e, tunebûna zimanê kurdî tunebûna kurdan e?
Ev 3-4 sal in.

Her kes ji bo yekitiya kurdan, digeriya li rêyan. Gotin divê tev kurd bibin zerdeştî hinekan. Lê xeyalperestî bû ew. Hinekan gotin divê tev kurd bibin fileh lê ji rastiyê dûr bû. Hinekan gotin yekitiya kurdan û Îraniyan li ser esasê aryenîzmê lazim e, hinekan gotin yekitiya kurd û cihûyan, her kesê tiştek gotibû . Wan hinekan hizrên wek henekan, ji rastiyê dûr pêşkêş dikirin.
Lê kesek hebû ku taaaaa 1932'wê dermanê kurdan ji salên 1600'an anîbû, li gel dil û mejiyê xwe bi zanistê hêra bû û danîbû dermanxaneya kurdewar. Ew kî bû? Derman çi bû?
Ew kî bû ku beriya 69 salan dermanê yekitî û azadiyê dîtiye û ev 3-4 sal in em nû wî dermanî nas dikin?

Ew Celadet Elî Bedirxan bû. Neviyê mîr Bedirxanî bû.
Gelo hûn dizanin dermanê ku wî ji bo we û azadiya we daniye dermanxaneya kurdewar çi bû?
Bêguman ew ZIMANÊ KURDÎ bû ango zimanê we bû.

Kurdên nû! Nûkurdno! Nişana dilsoziya we axaftina bi zimanê kurdî ye. Heya ku hûn di jiyana xwe de bi kurdî neaxivin bizanin ku hûn xiyanetê li pêşiyên xwe dikin. Zimanê kurdî ji dapîra we ya bimbarek, ji dayîka we ya şîrê helal daye we, ji bavê we yê jiyana xwe qûrbanî hebûna we kiriye êmanet e. Xiyanetê li êmanetê xwe nekin. Bi kurdî baxivin bi kurdî binivîsin, kurdî bixwînin.
Belê ew kesê beriya 69 salan xwe gihandiye salên 1600'an xwe avêtiye dergehê Ehmedê Xanî û dermanê me yê kurdewariyê, yekitî û azadiyê çêkiriye kî bû?

Ew Celadet Elî Bedirxan bû.
Vî navî ji bîr nekin.

Celadet Elî Bedirxan.
Ez pir heyirî me ku Şivan Perwerî li ser Celadetî stran ne lorandine. Çima Şivan ez ê piştî çend peyvan sebeba wê bêjim we.

Bi xêra xebatên Celadetî zimanê me hinde pêş ketiye. Yekem car wî kitêba rêzimana kurdî nivîsandiye. Gelo Celadet kî ye û çî ye?
Botan
Li Emrîka di kitêba dersê ya ûnîversîta Harvardê de Profesor Izady dibêje: Celadet ji malbata Bedirxaniyan e. Ji binemala Babekê şoreşvan e. Babekî beriya 1200 salan cenga azadiyê ji bo gelên me pêk anî bû.Navê malbata wan BATH bû. Navê Botan û Behdînan ji vî navî peyda bûne. Malbata wî dewleta Merwanî ava kiribûn piştre nav guherîn û kirin Dewleta Rozhakî û li dawiyê bû Botan. Vê dewleta kurdan 864 salan xwe li ser piyan girtibû.

Belê nûkurdno eynî wiha dibêje. Li dawiyê bapîrê wî Bedirxan Begî sala 1842'wê Botan ji otonomiyê dîsa kir dewlet. Piştî çend salan Osmanli vê azadiya kurdan têk dibe, komkujiyê li kurdan dike. Lewma malbata Qralê kurdan mişextî Stenbolê dibe.

Celadet, 1893'yê li Stenbolê tê dinê. Bavê wî Emîn Elî Bedirxan beg mûfettîşê mehkemeya Stenbolê bû. Ji ber ku çûyîna wan ya Kurdistanê qedexe bû; ne serbest bû, ji bo pêşketin û kurdewariya zaroyên xwe dengbêj, çîrokbêj û seydayên kurdî taaa ji Kurdistanê anîbûn Stenbolê. Wê demê rêyeka pir dirêj bû.

Bedel Boselî


**

Celadet Alî Bedirxan kimdir?


1893’te, İstanbul’da doğdu. İlk ve ortaöğretimini orada tamamladı. Birinci Dünya Savaşı sırasında, Osmanlı ordusu saflarında Kafkas Cephesi’nde bulundu. Osmanlı İmparatorluğu’nun dağılmasından sonra Kürt aşiretlerinin birliğini sağlamak için çaba gösterdi. 1922’de kardeşi Kamran’la birlikte Almanya’ya gitmek durumunda kaldı. Almanya’da da bütün zorluklara karşın öğrenimini sürdüren Bedirxan, 1925’te Kahire’ye geçti, daha sonra da Suriye’ye yerleşti.  Suriye’de Haco Ağa ve önde gelen diğer Kürt aydınlarıyla birlikte Xoybun’un kuruluşunda aktif bir rol oynadı. 30’lu yıllarla birlikte Kürtçeyle ilgili çalışmalarını yoğunlaştırdı. “Hawar” ve “Ronahî” adlarıyla iki Kürtçe dergi çıkardı. Hawar’da kısa sürede Latin alfabesine geçildi. 15 Temmuz 1951’de Şam’da öldü.

Eserleri:
- Günlük Notlar (1922-1925)/Haz.: Malmîsanij
- De La Question Kurde/Kürt Sorunu Üzerine (Fransızca-Türkçe)
- Were Dotmam (Şiirler)
- Kürtçe Gramer (Roger Lescot ile)
- Zilamek û Zimanek (Yazılar)
...

Di sala 1893an de li Stenbolê hatiye dinyayê. Neviyê Mîr Bedirxan Paşa ye. Dibistana yekemîn û a navîn li Stenbolê xwend. Di Şerê Cîhanê ê Yekemîn de di nav Artêşa Osmanî de li Eniya Kafkas bû. Piştî ku Împaratoriya Osmanî hilweşiya, ji bo yekîtiya eşîrên kurd pêk bîne xebitî, lê bi ser neket. Di sala 1922an de tevî birayê xwe Kamiran Alî Bedirxan çû Almanya û li wir xwendina xwe domand. Di 1925an de derbasî Rojhilata Navîn bû, piştî demekê li Kahîre ma çû Sûrî û li wir bi cih bû. Li binxetê bi Haco Axa û ronakbîrên din ên kurd re Xoybûn ava kirin. Di salên 30an de dest bi xebatên kulturî kir. Berpirsiyar û xwediyê kovara Hawar û Ronahî bû. Elfaba kurdî bi latînî çêkir. Li ser gramera kurdî xebatên gelekî girîng kirin. Celadet Alî Bedirxan, di 15ê Tîrmeha 1951ê de li Şamê çû ser dilovaniya xwe.

CELADET ALÎ BEDIRXAN BERHEMÊN GIŞTÎ

- Günlük Notlar (Amadekar: Malmîsanij, bi tirkî)

- De La Question Kurde/Kürt Sorunu Üzerine (Bi frensî û tirkî)

- Were Dotmam (Şiîrên Hawarê) - Kürtçe Gramer (Tevî Roger Lescot)

- Edirne Sukûtunun İç Yüzü (Tevî Kamiran Alî Bedirxan)

- Kurd û Welatê Wan Kurdistan

- Ferheng - (Kurdî-Kurdî)

- Hevind - Bingehên Gramêra Kurdmancî

- Bobi’nin Hatası (Tevî Kamiran Alî Bedirxan)

- Elfabêya Kurdî - Mustafa Kemal’e Mektup

- Gazinda Xencera Min / Çîrokên Hawar û Ronahî

 

Copyright © Kurdlist - Bi Kurdî Vebibîne!™ Hemû Maf Veşartî ne.
Dîzayn Renas Media / Renas Media.