Bernameya Dengên Axê - Mijar: Erdewan Zaxoyî
By
Kurdlist
Dated
3:02:00 PM
Ku: Bernameya "Dengên Axê" di salên 2009-2011'an de di kanala Kurd1'ê de bi pêşkêşvaniya Husên Duzen hate weşandin.
Tr: "Dengên Axê" adlı Kürtçe program 2009-2011 yıllarında Kurd1 kanalında yayınlandı.
Erdewan Zaxoyî kî ye?
Erdewan Zaxoyî (yan Erdewan Zaxolî, bi navê xwe yê resen Erdewan Elî, 1957 - 1986) hunermend û stranbêjê pirr navdar yê herêma Behdînan bû.
Erdewan Zaxoyî li sala 1957'an li bajarê Zaxoyê ji dayik bûye.
Ji ber rewşa dijwar ya jiyana wê demê wî nekarîbû xwendina xwe temam bike. Li sala 1978'an yekem kaseta xwe derxist. Paşî bû pêşmerge û li gel pêşmergatiyê jî berdewamî bi hunerê da û çend berhem û kaset çêkirin. Wî çendîn stranên şoreşgerî çêkirin ku ta niha jî ew stran pirr tên guhdarîkirin.
Helbet ji ber ku çêkirina kasetan li çiya gelekî bi zehmet bû û jiber ku Erdewan dixwest hunera xwe pêşbixe û bigihîne hemû gelê kurd, wî gelek hewil dan ku xwe bigihîne Ewropa. Lê derfet çênebûn û pêwîst bû ew pasportek îraqî derxîne. Loma ew careke din vegeriya bajarê Zaxo û mijûlî çêkirina pasporta xwe bû. Lê dîsan wî dest ji hunerê berneda û xwe weke pêşmerge hesab dikir û li hemû şev û ahengan de, li Kurdistanê û li Bexda jî.
Dema ku diçû ser seko û sehnê, wî bi navê "Kurdistan Barzanî û Pêşmerge" şahî dest pê dikir, ev yek jî bi dilê karbidestên rijîma Bees nebû. Loma li roja 26/01/1986, anku piştî şeş rojan ji wexerkirina Eyaz Zaxoyî, di demekê de ku Erdewan di hoteleke bajarê Bexda razayî bû, kabidestên Emn û Istixbarata Bees ew girt, wenda kir û ta niha jî kes nizane ew li ku ye û çi lê hatiye.
Gelek hunermendên kurd dibêjin ku dengê Erdewan dengekî nimûneyî bû û ta li ba kesek din peyda bûye.
Dîkografî
1978: Hewar 100 hewar
1978: Dûrêt Zaxo perêt rine
1978: Zalem ewan
1978: Zaxo Senge Serine
1979: Xozika mîn zaniba
1979: Xatra xazi
1979: Ez çî pisyarbîkêm
1979: Zaxoka rengin
1980: Deyka Kûrdistan
1980: Xwdê gelek derdanê
1981: Bîrindaro bîlbilo
1981: Ne carek 1000 cara
1981: Ezê her êm
1981: Silaval mepki
1982: Bîrindarêm
1983: Lelê daykê
1983: Bîhara Kûrdistanê
1983: Dîjmîn jê ware me heren
1983: Pesmergekê çelengêm
1984: Ormiyê Ormiyê
1984: Hey lolo
1985: Çuxkê hengo
1985: Ormiyê Ormiyê
1985: Delala mîn Zaxoiyê
1986: Rabe mep revine
1986: Erê daykê
1986: Babo bra xurtiye nekên
