Ferhenga Bîrkarî - Erebî, Tirkî, Ingîlîzî, Kurdî

Ferheng Pirtûk
Ev
pirtûk ne derseka bîrkarîye, lê bes arasteyeke bo damezrandina bernameya dersa bîrkarî bi zimanê kurdî.

Zimanê bîrkarî hewceyê peyv û birrên taybet e. Heke mirov neşêt bi zimanê kurdî pirsyarên bîrkarî helket, vêca neşêt bi diristî bi zimanê kurdî hizra xo biket. Anko ziman û hizrkirin pêkvegiredane.

Lewra perwerdeya bîrkarî bi zimanê kurdî, pêngaveka giringe bo pêşxistina karînana zimanê kurdî di hemî qada jiyanê da.

Da ko tecrubeya wezareta perwerde ya hikumeta herêma kurdistanê di warê bîrkarîyê da, dê hête istifade kirin bo kurdên beşên dî, hemî peyvên vê pertokê ji pertokên dersên bîrkarî bi zimanê kurdî yên hikumeta herêma kurdistanê hatine hilbijartin.

Herwisa, ji bilî beşên wergerandina peyvên bîrkarî, min bi dumahîkê, 2 beşên dîtir diristkirine: bo yekem beşa peyv û gotinên taybet yên bîrkarî, bo dûwem beşa nimûneyên selmênraw û pênasin bi zimanê kurdî.

Niha bixwîne / Şimdi Oku (pdf)

 

Copyright © Kurdlist - Bi Kurdî Vebibîne!™ Hemû Maf Veşartî ne.
Dîzayn Renas Media / Renas Media.