Nuri Dersimi'nin Kürt Gençligine Hitabesi / Banga Nûrî Dêrsimî ji bo ciwanên Kurd

Dîrok Dîroka Nêz Navdarên Kurd Netewî


GOTARA JI BO CIWANAN

Dêrsimî, hesreta xwe ya welat, zelalbûna xwe ya di armancan de, bêrîkirinên xwe yên mezin, bawerî û hêviyên xwe dibe ku herî zêde di gotara ji ciwanên kurd re kiriye de anîbe ser ziman. Dêrsimî, bi gotina xwe ‘li welatê xerîban’ jiyana xwe ji dest da.

Dr. Nurî Dêrsimî, welatparêzek mezin ê Dersimê ye. Di têkoşîna azadiya Kurdistanê de gelek fedekarî kiriye û bi berhemên daye di dîroka Kurdistanê de cihê xwe girtiye.
Dêrsimî di gotara xwe ya ji bo ciwanan de wiha dibêje:

“Ey xortê mert ê gelê ku zilma sedsalan li ser hatiye meşandin, li min guhdarî bike!

Dema ku şefeqa mirovahiyê ronî bû, çirûskên wê yên pêşîn, ji deryaya Hînt heta Kafkasan, ji Asyaya Biçûk heta Asyaya Navîn, li eniya nifşê te yê mezin ê bi rûmet da.

Dîroka te, dîroka serpêhatiyên lehengiyeke bê dawî ye. Ji ber ku tu zarokê gelê ku ji çil sedsalan heta niha ji bo hebûneke bi namus û azad, şer dike yî û ew gel îro jî ji şer ne westiya ye.

Em hemû deyndar in ku bi çavên hişyar, fêlbaziyên dîrokê, sedem û rastiya jiyana kurdan a duh bi bahoz û boran, felaket û êşên ku îro kurd dikişinin bibînin.

Ji bo parastina hebûn û kesayetiya xwe tu gelan qasî me demdirêj û bênavber şer nekiriye. Di dîroka me ya dirêj de, tu hêzê îtîrafa têkçûnê bi me ne daye kirin. Rûyê kurdan, her dem wekî welatê wan ê berz, bilind maye û tu caran li ber tu fetîhan serê xwe ne tewandiye.

Rastiya hebûna kurd, îro jî rastiyeke ku gûman jê neyê kirin e. Ji ber ku kurdan şerê hebûn û nebûnê ne terikandiye, têkçûn nepejirandiye, biryar daye ku di nava gelên cîhanê de cihê xwe bigire. Gelê kurd ji jiyanê hez dike û ji bo jiyanê dizane bimire jî.

Ey kurê kurd, ey keça kurd, divê cîhan vê biryara te bizane !

Her zindiyê ku dixwaze bijî, divê ji bo jiyanê şer bike !

Gelê ku dixwaze cihekî wî li ser rûyê cîhanê hebe, divê şer bike !

Pîvana xwezayê ya ku naguhere ev e. Zagona bêeman a cîhana kîmyevî, nebatî û ajalî ev e; têkoşîn û şer !...

Ev pîvan ji bo nifşê mirovahiyê hê bêemantir e. Nifş ji bo nifşekî din, gel ji bo gelekî din û mirov ji bo mirovekî din, tirinde û lawir e.

Şaristaniya mirovahiyê hê nikariye vê pîvan û zagonê biguhere, nekariya zagona şer rake. Îro jî divê ji bo jiyanê şer bê kirin, rev û bazdan mirin e.

Kurd naxwaze bimire. Gelê Kurd ji bo jiyanê biryar daye û dê her bijî.

Di dîroka me ya dirêj de gelek nifş, gel û dewletan hewl daye ku kurdan bikujin, xwestiye mafê wan ê jiyanê ji dest bitsînin, lê bi ser neketine. Ji rojhilat, ji rojava, ji başur û ji bakur nijdevanên, cîhangîr li qeraxên çiyayên kurd şikestîne û li hemberî wêrekiya kurd parçe parçe bûne. Hêzên Kahhar ên ku qedera dîroka cîhanê guherîne, dawî li hebûna gelek miletan aniye, gelek miletên ku hevdemên me bûn ji rûpelên dîrokê hatine birin, lê kurdê ku ji têkoşînê dest bernedaye, li dijî dîrokê eniya xwe ya bi xwîn bilind kiriye û gotiye: "Ez nemirîme, ezê bijîm !".

Dîroka tu gelan qasî ya me bi xwîn nebûye. Welatê tu gelan qasî yê me rûberî êrîş û nijdevaniyan nehatiye. Tu gelî qasî me, bênavber şer nekiriye. Di bin her şert û mercên neyînî de jî, kurdê ku destê wî çek digire teslîm nebûye. Li gel hejmara mezin a Hêzên Kahhar kurdan her dem bi gotina; 'ERÊ' bersiv daye banga wan a şer.

Va ye hîkmeta hebûna me, raza berdewama jiyana me di nava vê gotinê de veşartiye.

Ey pêşeroj û hêviya nifşê min, Ciwanê Kurd ! Ez vî behremê kêm-qîmet diyarî te dikim.

Guh bide vê feryada kurdê ji welatê xwe dûr, dilê wî bi êşa neteweyî dişewite, giyana wî ya tînî û derbeder bi arê derketina roja azadî û serxwebûna kurd hilketiye. Guh bide banga zarokekî Dersîmî yê ku mehşera tolhildanê di zendên te yên nayên tewandin de hêvî dike !

Ez qêrîna bi hezaran bûk û keçên me yên ku ji bo namûs û şerefa te neyê lewitandin, xwe di şkêr û çiyayên welat de avêtine himbêza mirinê, ji te re dinalînim....!

Ez feryada kur a kurdê hatiye kolekirin, dilop dilop ziman û neteweya wî hatiye kuştin û rûmeta wî hatiye binpêkirin, ji te re dilorînim...

Dema mirin li ser çavên xwîşk û birayên te yên ku sûcê wan bi tenê kurdbûn bû serdest dibû , dema ji çiyayên Kurdistanê yên zimrûd, ji zozanên beroj ber bi deşta hişk û ziwa dihatin rakişandin, ji birçîbûnê û bi singo û guleya dijminê kahpe dimirin, di asoya hêviyên wan de tu wekî rojeke geş xuya dibûy…


TOLHILDAN !!

Tolhildan !...

Ji bo paqijkirina lekeya li ser namûsa kurd;

Tolhildan !..

Ji bo kêmkirina qîrîn û hawara bi sedhezaran zarokên kurd ên hatine sûngokirin ;
Tolhildan !...

Ji bo aşkirin û kêmkirina hawara keç û bûkên Kurdistanê yên ku avêtine geravan û di nava agir de hatine şewitandin;

Tolhildan !...

Ji bo bicihanîna armanca qurbaniyên ku bi qehremanî di bin sêdarê de, mirin bi dirûşma; "Bijî Kurdistana azad û serbixwe!" pêşwazî kiriye û taca şehadetê hilgirtiye ;

Tolhildan !..

Ji bo selihandina welatê mader ê wêrankirî yê bi navê Kurdistanê;

Tolhildan !...

Ji bo paqijkirina welat ji laşê gemar ê çeqel û keftarên ku li diyarê kurdan dilorin;

Tolhildan !..

Ji bo ku bidawîkirina hewte hewta kuçikên ku dikevin dû kehbika bi navê 'Medeniyet' û êrîşî me dikin;

Tolhildan!... Tolhildan!...Tolhildan!...

Bi tenê ev gotine ye, wastiyeta ku li ser cesedên şehîdên me, bi xwîn û hestirên çavan hatiye nivîsandin !...

Divê her ferdê bi namûs, her mirovê ku dilê wî bi kurdbûnê lê dide, her ciwanê ku di demara canê wî de xwîna kurd, diherike vê wasiyetnameyê ji bîr neke. Heta ku wê bi cih neynî, rehet neke, bi rehetî ranezê û bixebite !

Em deyndar in, li ser riya nifşê kurd ku dîroka me ya duh bi xwîna xwe nivîsandiye bimeşin û rêwî bin li ser şopa ku wan bi xwîna xwe diyar kiriye !

Emê bi xwîna xwe asoya sor a serxwebûna kurd ronî bikin. Emê bi volkanên giyana xwe roja helesor û ronî ya rizgariya kurd biafirînin !

Çavê dîroka Cîhanê li ser me ye. Şehîdên me, çav li rê li benda me ne !

Bi hezaran qurbaniyên ku me pêşkêşî Xwedayê Azadiyê kirine, li bendê ne ku em gorekê jê re amade bikin. Li bendê ne ku em abîdeyekê ji bo bîranîna wan ava bikin !..

Ev abîde, Kurdistana azad û serbixwe ye !

Ev abîde, dewleta Kurd e, ku di nava civata neteweyan de cihê xwe yê bi rûmet û bi şeref bigire.

Em giyana şehîdên xwe bextewar bikin !


Bijî Gelê Kurd ê ku xwedî qehreman û leheng, bijî Kurdistana azad û serbixwe !


Nûrî Dêrsimî kî ye?

Nûrî Dersimî (1894 − 22'ê gelawêjê, 1973) yek ji serekên Serhildana Dêrsimê Dr. Nûrî Dêrsimî, di sala 1894'an de li Darayê ji dayik bû ye. Di temenê xwe yê ciwaniyê de Tevgera Neteweyî ya Kurd nas dike. Nûrî Dêrsîmî, di nava Komeleya Bilind ya Kurd ku di sala 1918an de di pêşengiya Seyîd Evdilqadir de tê saz kirin, cîh digire. Dêrsîmî, di nava vê tevgerê de bi awayekî çalak xebatê dike û bi tevahî Elîşer ji bo meşandina xebatên ramyarî diçe Qoçgiriyê. Dêrsîmî, di nava pêşengên Serhildana Koçgiriyê de cîh digire û ji aliyê Hêzên Dewleta Tirk ve tê girtin, lê belê paşê bi alîkariya Seyîd Riza serbest tê berdan. Nûrî Dêrsîmî, dev ji têkoşîna xwe berneda û ji Serhildana Dêrsîmê re jî pêşengî kir. Piştî ku Serhildan bi awayekî bi xwîn hate serkût kirin, Nûrî Dêrsîmî jî derbasî binxetê bi bû. Dêrsîmî, li vê derê jî xebatên xwe yên ramyarî berdewam kir. Û li Qirîkana Haco Axa ye li cem mayîn bûn.

Dr. Nûrî Dêrsimî di sala 22'ê tebaxa 1973an de li bajarê Helebê çû li ser dilovaniya xwe. Goristana Nûrî Dêrsîmî li goristana Xanen ya li nêzîkî Efrînê ye.

**

Nuri Dersimi kimdir?

Mehmet Nuri Dersimi (mezar taşında Muhammed Nûrî Dêrsimî îbn el-Molla Îbrahîm Colikoxlî, lakabı: Baytar Nuri, 1890; Akpınar, Hozat, Dersim Sancağı - 22 Ağustos 1973, Halep), Koçgiri İsyanı ve Dersim İsyanına adı karışmış Alevi-Kürt[1] (kendi anlatımı ve bazı kaynaklara göre Kurmanc; bazı kaynaklara göre ise Zaza kökenli[) olan Kürt milliyetçi ideolog ve veteriner hekim.


Gençliği ve öğrenimi
Hatıratım adlı eserine göre, Colıkzadelerden Mehmet Ali'nin oğlu Mıla İbrahim'in oğlu olarak Ağzunik (Akpınar) köyünde Karabal aşiret reisi Gangozade Mehmet Ağa'nın odasında doğdu.[6] Baba tarafı Mılan kabilesinden, anne tarafı Ağuçan sülalesindendi.[6] 1899'da Sorpiyan köyünde amcası Mıla Hasan tarafından ilk öğretimine başlatıldı.[7] Önce Harput Askerî Rüştiyesi'ne kaydoldu, fakat 1904'te o okulu bırakarak yatılı Harput İdadi Mektebi'ne (lise) başladı.[8] İdadiden mezun olduktan sonra İstanbul'a geçti ve Ekim 1911'de İstanbul Sultanahmet'teki Mülkiye Baytar Mektebi Alisi'ne (Veteriner Okulu) kaydoldu.[9]

İstanbul'da önce Kürt Tabele Hevî Cemiyeti'ne girdi ve 1912'de kurulan Kürdistan Muhiban Cemiyeti'nin umumi kâtipliğini (genel sekreterlik) yaptıktan sonra Kürdistan Teali Cemiyeti'ne katıldı.

1914'te I. Dünya Savaşı'nın başlamasından son sınıf öğrencilerinin askere alınması üzerine okulu bitirmeden Harp Okulu'na gönderilerek iki aylık bir askeri eğitimi aldı. Ordan İstanbul Beykoz'da nakliye tabur Baytar Yüzbaşısı Mustafa Bey'in yanına görevlendirildi ve daha sonra 4. Ordu Baytar Müfettişliği emrinde subay vekili rütbesiyle Erzincan'da veteriner hekim olarak hizmet etti. Askerlik döneminde görev nedeniyle Dersim'e giderek aşiret liderleriyle tanıştı. Askerliğini tamamladıktan sonra 1916'da İstanbul'a dönerek okula devam etti. 22 Eylül 1918'de okuldan mezun olup diplomalı veteriner oldu ve "Baytar Nuri" olarak anılmaya başladı.

Savaş bittiğinde Kürdistan Teali Cemiyeti hakkında yapılan bir ihbar üzerine Divan-ı Harb'e verildi. Ancak Divan-ı Harp reisi Nemrut Mustafa Paşa (Mustafa Yamulki) "Haydi gidiniz oğlum, yolunuz açık olsun", "Dersimliler'e ve hassaten Seyid Kasım Ağa'ya selam söyle" diyerek suçsuz kararı verdi. [kaynak belirtilmeli]

Koçgiri İsyanı
Kangal, Divriği, Zara mıntıka veterinerliği görevini almak için Seyit Abdülkadir tarafından Ziraat Vezaretine tavsiye yazıldı ve Haziran 1919'da Koçgiri aşiretlerinin reislerinden Mustafa Paşazade Haydar ile birlikte İstanbul'dan ayrılarak Karadeniz yoluyla Giresun'a, ordan Sivas'ın Zara kazası Ümraniye (bugünkü İmranlı ilçesi) nahiye merkezine ve ordan Boğazviran (bugünkü İmranlı ilçesi Boğazören) köyüne geçti. Boğazviran'da Mustafapaşazade Haydar, kardeşi Alişan ve Alişan'ın kâtibi Alişer ile görüşerek örgütü kurmaya karar verdiler. 20 Aralık 1920'de faaliyetleri nedeniyle tutuklandı. Fakat Hasan Hayri'nin araya girmesiyle serbest bırakıldı.

Koçgiri İsyanına katıldıktan sonra 15 Mayıs 1921'de Dersim'e iltica etti. Sakallı Nurettin komutasındaki Merkez Ordusu tarafından kurulan Divan-ı Harp'te 25 Haziran 1921'de gıyaben mahkûm edildi.

Kürt milletvekillerinin girişimlerinin sonucu Mustafa Kemal affettiyse de Dersimli Nuri Dersimi ve Koçgirili Alişer'i istisna tuttu.

Ovacık aşiretlerinden Arslan, Binsan, Maksudan, Pergoran, Koçan, Şemikan, Laçinan ve Reşıkan aşiretlerin Seyit Rıza ile ittifak kurmasını sağladı. Seydan ve Sığıhasanan aşiretleri arasındaki düşmanlığını gidirme ve Alevi bağlılığını hasıl etme düşünceleriyle Seydan aşiretleri reisi Munzur Ağazade Ali Ağa'nın kızıyla evlendi. Ancak Ali Ağa'yı Seyit Rıza ile ittifaka ikna edemedi.

Dersim İsyanı
Yurt dışına çıkmak için Elaziz'den İstanbul'a gitti ve Sirkeci'de Elaziz Otelinde kaldı. Sirkeci İstasyonu'ndan Rumeli treniyle Edirne'ye gitmek bahanesiyle Yunanistan'a geçmeyi planladı. Ancak Makrı köyüne geldiğinde tesadüfen görüştüğü Sabri Bey'in Yunanistan - Türkiye arasındaki iç anlaşmasından dolayı yakalanarak Türkiye'ye teslim edileceğini duyunca vazgeçti ve İstanbul'a döndü.

Rumeli yoluyla iltica etmenin imkânsız olduğunu anlayınca Fransız Suriye Mandası'na iltica etmeye karar verdi ve önce Mersin'e ordan da Adana'ya geçti. Adana'dan Elaziz'e (Elazığ) bir telgraf yazarak Mardin'e gideceğini bildirdi ve 11 Eylül 1937'de İstanbul'dan gelip Suriye yoluyla Mardin ve Bağdat'a gidecek olan ekspres trenine bindi. Aynı vagona tesadüfen binen Sultan Hamit'in varislerinin avukatı olan Suriye'li avukat Kâmil Sinno'nun yardımıyla Suriye'ye iltica etti.

Suriye
Kırıkhan (bugün Hatay iline bağlı bir ilçe)'da Haco Ağa'nın yanında "Hüseyin Mazlum" olarak kalan Nuri Dersimi, Fransız albay Kole (Robert Collet)'nin 'Dersim'li Baytar Nuri'nin Türkiye'ye teslim edileceği'ne dair kararı bilgisini aldı ve Türk askerlerinin Antakya'ya girmesinden üç gün önce, 1 Temmuz 1938'de Halep'e geçmek zorunda kaldı. Halep'te bulunan Dersim'li Şemikan aşiretlerinden Gazioğullarından Ali Ağa'nın kızı Feride ile nişanlanan Dersimi, aynı günlerde Hoybûn Cemiyetine üye oldu.

Ürdün
Fransa Dışişleri Bakanlığının Dersimli Baytar Nuri isminde bir şahsın Türkiye'ye teslimine karar vermiş olduğunu duydu ve Ürdün'de bir baytar doktoruna lüzum görüldüğünü öğrendiği için Eylül 1938'de Ürdün'e geçmeye karar verdi. 14 Ekim 1938'de Amman'da Umum Baytar Reisliğine tayin edildi ve 24 Aralık'ta Suriye'den ayrılarak Ürdün'e geçti. 2 Temmuz 1939'da nişanlısı Feride de Halep'ten Amman'a geldi ve 6 Temmuz'da evlendi. 27 Kasım 1939'da Türkiye Cumhuriyeti vatandaşlığından ayrılarak Suriye vatandaşlığına geçti. Melik Abdullah'ın Türk cariyesinden olan oğlu Emir Nilf'in Türkiye'yi ziyaret ettiğinde İsmet İnönü'nün

"Kardeşim, babanıza söyleyin, biz dostuz; fakat yurdumuzdan firari hain Dersimli Baytar Nuri'ye bizden bir miralayın maaşını vererek vazifede istihdam ediyorsunuz ve devletler nezdinde Türkiye aleyhindeki yalan yanlış suçlama ve iftiralarına da açıktan açığa meydan veriyorsunuz."[kaynak belirtilmeli] demesinden sonra 27 Ekim 1940'da Amman'dan ayrılarak Halep'te Paşa mahallesindeki eşi Feride'nin yanına geldi.

Suriye'ye dönüş
6 Ağustos 1941'de Ezez kaymakamlığı baytarlığına tayin edildi. Fakat Türkiye'nin Halep Başkonsolosluğu Ezez'in Türkiye sınırına yakın olmasından dolayı itiraz etti ve 23 Ağustos 1941'de Hama merkezine nakledildi. 1942 başlarında İdlip (Arapça: إدلب Idlib), Muarra, Cısır Sur, Harım baytarlıklarına, 1946'da Halep merkezine tayin edildi. 10 Şubat 1948'de Cebel Druz (جبل الدروز Jebel ed Drūz; bugünkü Süveydağ (السويداء As-Suwaidāʾ) iline denk gelir) merkezinde görevlendirildi. Fakat, sonra Komünist olarak itham edildi ve 2 Mayıs 1950 tarihli bir kararla görevinden alındı. Cezire Derik mıntıkasında Mustafapaşazade Naif'ten Robarye adlı köyü yeniden inşa ederek Cello Saffan adlı köyü de satın alarak Ahmet Nafiz ile birlikte tarımla meşgul olmaya başladı.

22 Ağustos 1973'te Halep'te öldü ve naaşı Afrin de defnedildi.

 

Copyright © Kurdlist - Bi Kurdî Vebibîne!™ Hemû Maf Veşartî ne.
Dîzayn Renas Media / Renas Media.