Mişk û Mirov

Pirtûk

 

Navê Pirtûkê: Mişk û Mirov
Nivîskar: John Steinbeck
Rûpel: 126

Xelatgirê Nobelê yê 1962’an John Steinbeck, yek ji nivîskarên cîhanê yê bi nav û deng û xwediyê cihekî bi rûmet e. Herçiqas ew bêtir bi romana xwe The Grapes of Wrath "Tiriyên Xezebê" di nava xwendevanên kurd de tê naskirin jî, lê bêtir vê romana wî Of Mice and Men "Mişk û Mirov" ew kiriye xwediyê cihekî bilind û navekî gerdûnî. 

Mişk û Mirov di derheqa du karkerên çewlegan; Georgeê hûrik û biaqil û Lennieê girs û kêmaqil de ye. Herdu heval ji hev naqetin, ew mîna goşt û neynûkê bi hev ve ne, her tiştên xwe bi hev re parve dikin, heta ew şirîkên xewn û xeyalên hev in jî.

Ev romana kurt, resimekî jiyana karkeran yên Amerîkaya salên sihî radixe ber çavan. Weşanxaneya me, vê romana ku derbasî zimanê kurdî bûye, bi serbilindahî pêşkêşî xwendevanên kurd dike..


Parve bike
 

 

Copyright © Kurdlist - Bi Kurdî Vebibîne!™ Hemû Maf Veşartî ne.
Dîzayn Renas Media / Renas Media.