Fîlma derhênerê kurd Erol Mîntaş a bi navê “Kilama Dayîka Min” di festîvalên navdewletî yên mîna Saraybosnayê û Altin Portakalê de xelat standiye.
Di fîlmê de rolên sereke Feyyaz Dûman, Zubeyde Ronahî û Nesrîn Cavadzade dileyîzin. Lîstikvanên din jî Azîz Çapkûrt, Ferît Kaya û Cuneyt Yalaz in.
Derhênerê fîlmê Erol Mîntaş li ser fîlma xwe got ku di çanda kurdan de cihê stran û kilaman gellekî girîng e û wiha peyivî:
"Wan salên ku stranên kurdî hatibûn qedexekirin, ew ji bo kurdan mîna qêrînekê bûn. Kurdan gellek caran bi van stranan dengê xwe gihandin dinyayê. Bi van stranan di dilê merivan de dîsa ji bo jiyanê hêvî çêbû. Van stranan jiyana me motîve dikir."
Min bi çîrokên kurdî zimanê xwe parast
Mîntaş diyar kir ku li bajarê Qersê zarokatiya wî bi guhdarkirina dengbêj û hozanan derbas bûye. Di van demên dawîn de di gellek fîlmên kurdî de deng û kilamên kurdî tên bikaranîn û wiha dewam kir:
"Me bi saya stranên Radyoya Yêrîvanê yên xweşik, çîrokên ku dayîk û bavê min ji me re digotin, zimanê xwe parast. Paşê dema ez ji malbata xwe dûr ketim û min koçî bajerên mezin kir dîsa ew stran û dengbêj bi kêrî min hatin."
Fîlma Kilama Dayîka Min, di 51emîn Mihrîcana Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê a Navneteweyî de çar xelat wergirtibû. Ew jî xelatên "Fîlma Ewil a Herî Baş", "Mûzîka Herî Baş", "Lîstikvanê Mêr ê Herî Baş" û "Lîstikvanê Mêr ê Alîkar ê Herî Baş" bûn.
Parve bike
Tomar bike
